Li Fransayê 89 mizgeft di hedefa hikumetê de ne

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir ku piştî qebûlkirina qanûna 'xurtkirina hurmeta li pîvanên komarê' wê li 89 mizgeftan bi gumana 'cihêkariyê' kontrolê bikin.

Gerald Darmanîn ji Senatoyê re axivî û got, "Piştî ku qanûn kete meriyetê, di nava hefteyên bê de ez ê 89 îbadetxaneyên cihêkar bi servîsên Wezareta Karên Hundir bidim kontrolkirin."

Li gorî xala 44'an a pêşnûme qanûnê, îbaretxaneyên ku "nefret û tundiyê teşwîq dikin, yan jî hêzê dide karên bi vî rengî" ji aliyê saziyên dewletê ve j bo du mehan dikarin bên girtin.

Ev tedbîra nû, çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorîzmê ya sala 2017'an berfirehtir dike. 89 îbaretxaneyên ku wezîr qalê dike, li 33 bajaran e û tê gotin ku bi baldarî tên şopandin.

Darmanîn ragihand, ku piştî kontrola 56 mizgeftan ên hefteyên dawî, 17 mizgeft hatin girtin û diyar kir ku eger dixwazin ji nû ve dest bi kar bikin divê li gorî pîvanan tevbigerin.