Li Ewûstralyayê bi konferansekê piştgiriya Rojava hate kirin

Li Ewûstralyayê ji bo piştevaniya bi gelên Rojava, Papûa Gûînea, Şîlî û Sûdanê re konferansek hate lidarxistin.

Li Ewûstralyayê Socîalîst Allîance, ji bo piştevaniya bi gelên Papûa Gûînea, Şilî û Sûdanê re konferansek hate lidarxistin.

‘BI SAYA PROJEYA OCALAN...’

Hevserokê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Ewûstûralyayê (NCDK-E) Îsmet Taştan weke qiseker beşdarî konferansê bû. Taştan got Şoreşa Rojava ji bo gelan bû hêvî û wiha domand; “Dema mûameleya kole li jinê dihate kirin bi Şoreşa Rojava re bû xwedî soz û bû pêşeng. Ev jî bi saya projeya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan çêbû.”

Taştan diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk azadiya jinê û jiyana hevpar ya gelan kir hedef.

Hevserkê NCKE Îsmet Taştan herî dawî got; “Em li cem gelên Papûa Gûîne, Şilî û Sûdanê ne.”