Li Ewropayê nerazîbûnên li dijî operasyonên qirkirina siyasî dido

Serokê Koma Demokrat û Sosyalîstan a MPKE’yê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî li ser tevnên dijîtal daxuyaniyek da û got: “Ji derveyî hişê mirovan e’ û Koma S&D jî got: “Yên hatin destgîrkirin tavilê berdin.”

Nerazîbûnên li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve li ser HDP’ê hate kirin didomin.

Serokê Koma Sosyalîstan û Demokratan a Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) daxuyaniyek li ser tevna dijîtal da û got: “Mirov ji bo parastina Kobanê ya di bin êrîşên terorîstên DAÎŞ’ê de çalakiyan dikin. Piştî 6 salan tên destgîrkirin. Hincet jî; ji ber ku dewleta Tirk û Erdogan protesto kirine. Ji derveyî hişê mirovan e.”

Alîkara Seroka Berpirsa Têkiliyên Derve ya S&D Katî Pîrî jî daxuyaniyek da û got: “Tevî ku ji aliyê Ewropa û civakên navneteweyî ve peyam tên dayîn jî rayedarên Tirk hê jî êrîşên xwe yên li ser alîgairên Kurdan didomînin. Tavilê yên hatine destgîrkirin divê bên berdan.”

Raportorê PE yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor jî got: “Ji oparasyonên hatin kirin bi fikar in. Di nava yên hatine destgîrkirin de hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî heye. Bîgen ji aliyê hikûmeta navendî ve hê ji erkê nehatiye girtin. Eger ku li şûna Bîlgen qeyûm bê danîn, wê bibe yek ji êrîşên mîna yên din ku li dijî vîna gel a demokratîk hatiye kirin.”