Li Evûstûryayê endamekî MÎT’ê li ser sûc hate zeftkirin

Polîsên Evûstûrya ku êrîşên nîjatperest ên li dijî Kurdan ku meha Hezîranê li Viyanayê pêk dihatin lêkolîn dikirin, endamekî sîxûrê MÎT’ê li ser sûc girtin. Tê texmînkirin ku sîxûrê hatî girtin ne tenê li Evûstûrya li hemû Ewropayê aktîve.

Meha Hezîrana borî li paytexta Evûstûryayê nîjatperestên Tirk ên alîgirên desthilata AKP-MHP’ê êrîş pêk anîbûn. Yekîneyên Ewlekariyê yên Ewûtûryay di êrîşên li pey hev ên di serî de li ser Kurdan û beşên muxalîf ên li dijî rejîma Erdogan tesbît kirin ku roleke ya endamên MÎT’ê yên îstixbarata Tirk hene.

Hate ragihandin polîsên ku nîjatperestên Tirk çawa organîze dibin lê kolîn dikin, li derveyî Viyanayê sîxûrekî MÎT’a Tirk dema ku agahî dida Enqerê li ser sûc hate zeftkirin. Li ser bûyerê Wezîrê Karê Hundir Karl Nehammer daxuyaniyek fermî da. Nehammer diyar kir ku kesê hatî girtin, ji bo Enqerê agahiyên derbarê kesên li dijî desthilata AKP’ê ku li Evûstûya dijîn radigihan, agahiyên zêdetir parve nekir.

Nehammer bal kişand ku ew qet rê nadin ku dewleta Tirk li ser axa wan karê sîxûriyê bikin û diyar kir ku sîxûrê ku li ser kar hate zeftikirin, bal kişand ku dibe sedema krîza di navbera Enqere-Viyanayê de û got: “Ji niha û şûnd wê xetên dîplomasî kar bikin. Daraz wê bi sûcê sîxûriyê lêpirsînê bide destpêkirin.”

Wezîrê Evûstûyayî li ser nasnameya kesê hatî girtin agahî neda. Hate gotin ku ev kes berî niha li Tirkiyeyê piştî hate girtin û beran û şûnde ji aliyê MÎT’ê ve ji bo Evûtûryayê hatiye şandin. Wezîra Lihevhatinê Sûsanne Raab jî nerazîbûnên tund nîşanî xebatên sîxûriyê yên rejîma Erdogan a li Evûstûyayê da. Raab destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze civaka Evûstûryayê parçe bike û got: “Bandora Tirkiyeyê ji bo lihevhatinê jehr e.”

Wezîrê Karê Hundir Nehammer di civîna çapemeniyê de agahdarkirina ‘Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Seehofer’ a ji bûyerê bal kişand. Nexasim kesê hatiye girtin tê gotin ku ne tenê Evûstûrya li Elmanya û welatên din ên Ewropayê aktîf bû. Tê diyarkirin ku li Yekîtiya Ewropayê giştî ji bo li dijî xebatên sîxûriyê yên rejîma Erdogan helwest bê nîşanddan, Wezrîê Karê Derve Alexander Schallenberg ketiye tevgerê.

Li gorî agahiyên çepemeniya Evûtûryayê sîxûrê mijara gotinê, girêdaneke wî bi yên ji Evûstûrya çûne Tirkiyeyê û hatine girêdan re hene. Ji sala 2018'an ve hejmara welatiyên koka wan Evûstûryayî û Tirkiyeyî ku li Evûtûryayê dijîn hatine girtin 35 kes hatine ragihandin. Zêdebûna vê hejmarê girêdayî xebatên sîxûrî yên MÎT'a Tirk e.