BI DÎMEN

Li Erîvanê Newroz hat pîrozkirin

Li Erîvanê bi şîara “Newroza Azadiya Rêber Apo” Newroz hat pîrozkirin.

NEWROZ

Li paytexta Eremenistanê Erîvanê bi şîara “Newroza Azadiya Rêber Apo” Newroz hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hat xemilandin. Parlamenterê Ermenistanê Kînyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn û axaftin kirin. Di pîrozbahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan a Newrozê hat pêşandan.

‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’

Di pîrozbahiyê de parlamenter Kînyas Hesenov axivî û got: “Newroz cejna gelê Kurd e, Newroz cejna Rêber Apo ye. Newroz cejna serhildan û berxwedanê ye. Ez cejna Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikim.”

Peyama Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan a ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû şandin, ji aliyê parlamenter Kînyas Hesenov ve hat xwendin.

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan jî axivî û wiha got: “Ez Newrozê li Rêber Apo, tevgera me ya jinan û gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Bi taybetî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku bi şev û roj li çiyayan li dijî dewleta Tirk a faşîst şer dikin û li berxwe didin silav dikim û Newrozê li wan pîroz dikim. Di vê Newrozê de coş û îradeya me ya têkoşînê bi mizgîniya ku berxwedan û şerê me berfirehtir û xurt dike zêde bûye. Em ê teqez bi ser bikevin.”

‘EM DEYNDARÊN RÊBER APO NE’

Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad jî axivî û got: “Newroz li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz be. Newroz berxwedan e, Newroz parastina gel û çanda xwe ye. Em ji vir silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em minetdarê Rêber Apo ne. Ji ber ku wî ev felsefe da me û bi vê felsefeyê jinên azad afirand. Em weke jin azadiya îro deyndarê Rêber Apo ne.”

Piştî axaftinan Hozan Axîn, Zagros Rojhilat, Dengbêj Hesen û Dengbêj Yûra derketin li ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.