Li Elmanyayê Kurd li dijî êrîşan li qadan in

Kurdistaniyên li bajarên Dûîsbûrg û Heîlbronn a Elmanyayê, êrîşên dagirker ên li Mexmûr û Zînê Wertê û li dijî desteserkirina şaredariyan derketin qadan.

DÛÎSBÛRG

Kurdistaniyên bi banga NCDK’ê Duîsburgê li gara trenê ya bajarê Duîsburga Elmanya yê hatin gel hev, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Mexmûr û Zînê Wertê protesto kirin.

Di axaftinên di çalakiyê de hate kirin de, bertekek tund nîşanî desthilata AKP-MHP  dan ku şaredarî desteser kirine. Çalakgeran diyar kirin ku rejîma qesrê dijminê îradeya gelê Kurd e.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê jî, ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê û yên li dijî şaredariyên HDP’ê protesto kirin.

Endamên Meclîsê yên ku li Kîlîansplatz ê hatin gel hev, pankart hilgirtin û belavokên Elmanî xwendin.