Li Elmanya şîrketên ku mafê mirovan binpê dikin wê werin cezakirin

Li Elmanyaya pêşnûmeyeke yasayê danîn ber parlamentoyê, li gorî vê pêşnûmeyê cezayê giran ê pereyan wê li wan şîrketên li derveyî welat were birîn, heke mafê mirovan binpê bikin.

Li Elmanyayê hevkarên hikûmetê li ser yasayekê gotebêj dikin, li gorî vê yasayê şîrketên li derveyî welat heke mafê mirovan binpê bikin wê ceza li wan were birîn.  Pêşnûmeya ku tê diyarkirin di navbeyna Wezîrê Xebatê yê ji Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Hubertus Heîl û Wezîrê Aborî yê ji Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Peter Atmeîer de bûye sedema lihevnekirinê, cezayê giran wê ji bo wan şîrketan bîne ku mafê mirovan binpê dikin.

Li gorî yasayê şîrketên ku ji hezarî zêdetir mirov lê dixebitin divê li ser mafê mirovan xwe bidin ber berpirsyariyeke domdar. Di pêşnûmeyê de rê lê tê vekirin şîrketên ku rasterast an jî bi taşeronan mafê mirovan binpê dikin ji 100 hezarî heta bi 800 hezar Euroyî wê karibin werin cezakirin.

Ji bo wan şîrketan ku salê cîroya wan di ser 400 milyon Euroyî re ye 2 ji 100'î yê cîroya wan ango 8 milyon Euro ceza wê li wan were birîn.

Plansaziya wê tê kirin ku yasa piştî 1'ê Çile ya 2023'an ji bo şîrketên ku xebatkarên wan ji 3 hezaran zêdetir e sazkar bibe, 2024'an jî ji bo şîrketên ku xebatkarên wan di ser hezarî re ye sazkar bibe.