Li Dûîsbûrgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê mitîngek hate lidarxistin

Çalakiya di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de, saet 15:00’an de li Konîgstr. Lîfesaverê hate lidarxistin.

Di mitînga ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de, Hevserok NCDK’ê yê Dûîsbûrgê Niyazî Oztaş axivî û got, “Em gelê Kurd di nava pêvajoyek giran a şer de derbas dibin. Hêzên komploger ên navnetewî li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan konseptek a êrîşan dane destpêkirin. Giraniyek mezin a vê konseptê jî li ser Rêber Apo tê pêkanîn. Tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê ji bo Îmraliyê ye, tecrîdek li dijî hemû gelê Kurdistanê ye.”

Oztaş got, “Ji bo gelê Kurd û dostên wan bibin dengê tecrîda li ser Abdullah Ocala û berxwedana zindanan, pêwîst e dakevin qadan.”

Di çalakiya li ser dirûşme hatîn berzkirin de, banga tevlîbûna ji bo mitînga ku di çarçoveya “100 sedem 100 hezar îmze” ya ku 11’ê Sibatê roja Pêncşemê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve bê lidarxistin, kirin û mitîng bi dawî bû.