Li Dûîsbûrgê çalakiya 1’ê Îlonê

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê sendîka, rêxistinên aştiyê û partiyên siyasî li dijî şer û bi çekbûnê 1’ê Îlanê Roja Aşitiya Cîhanê daketin qadan.

Bi dehan kesên ku li Kuhtor a Dûîsbûrgê bi banga DTKM, DÎDF, MLPD, REBELL Dûîsbûrg, Solîdarîtat Internatîonal û meşvanên Dûşemê hatin gel hev, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê li dijî bi çekbûnê mitîngek lidar xistin.

Di axaftinên ji aliyê komîteya amadekar hate kirin de bal kişandin li ser ku di sala 2019’an de mezaxtinên ji bo parastina gerdûnî ji 1,8 trilyon dolarî bilind bû 1,92 trilyon dolarî.

Zozan Tolhildan a ku bi navê NCKD’ê axavş balkişand ku pêwîste şer û êrîşên dagirkeriya desthilata AKP-MHP’ê bên protestokirin û diyar kir ku kilîla azadiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

Beşdarbûyan bertek nîşanî hewldanên polîsên ku ji bo astengkirina hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.