Li Dortmundê bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê hat lidarxistin

Li Dortmundê di bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê de bal kişandin ser giringiya tevgera jinên azad a di têkoşîna civakî de.

Li bajarê Elmanyayê Dortmundê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Gel eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û sînevîzyon hat pêşandan.

Di axaftinan de Şehîdên Meha Cotmehê ku piraniya wan jin in hatin bibîranîn û bal kişandin ser rol û giringiya tevgera jinên azad a di têkoşîna civakî de. Di çalakiyê de her wiha cih dan nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cesaret û fedakariya jinan a di qada leşkerî, siyasî û civakî de.