Li dijî êrişên nijadperestî li Cenevre û Bernê Kurd daketin qadan

Li dijî êrişa nijadperestî ya li Belçîkayê ku li dijî malbatên Kurd hate kirin, li bajarên Cenevre û Bernê yên Swîsreyê Kurdistanî daketin qadan.

ÊRIŞA FAŞÎST A LI BELÇÎKAYÊ

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoş (TekoJIN) li stasyona trenê ya navendî ya Cenevreyê Kurdistanî li hev kom bûn û têkildarî êrişa nijadperestî daxuyaniyek dan.

Endamê TCŞ'ê Botan Cizîr daxuyanî da û got, "Çawa ku li jêrzemînên Cizîrê malbatên gelê me hatin şewitandin, êrişa li Belçîkayê jî hewldanek ji bo şewitandina malbatên me bû. Em vê êrişa nemerdane bi tundî şermezar dikin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku xwedî li malbatên me derkevin."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi meşekê bi dawî bû.

BERN

Li bajarê Bernê jî bi banga çalakiya lezgîn Kurdistanî daketin qadan û êrişa nijadperestî şermerzar kirin.

Daxuyanî li Bahnhofplatzê hate dayin û hate gotin, "Li hemberî vê êrişê weke ciwanên Kurd em ê bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanî hemûyan dikin ku dakevin qadan."

Kuerdistanî wê sibe li gelek navendên Swîsreyê dakevin qadan û êrişa nijadperestiyê şermezar bikin.