‘Li dijî dorpêça Mexmûrê em xeleka berxwedanê firehtir bikin’

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê têkildarî dorpêçkirina Mexmûrê daxuyaniyek da û got: “Em bang li hemû gelê xwe, bi taybetî jî li pêşengên civakê, hunermend û rewşenbîran dikin ku li berxwedana Mexmûrê bibin xwedî."

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê têkildarî dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da.   TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê, berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Li dijî dorpêçkirina Mexmûrê em dakevin qadan. Gelê me yê li çar perçeyên Kurdistanê û li derveyê welat, divê li vê berxwedanê bibin xwedî. Em, li her qadên têkoşînê dengê xwe bilind bikin û xeleka berxwedanê firehtir bikin.”

Daxuyaniya TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê wiha ye:

“Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî dixwaze dorê li Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bigire, têl bike û bircan dayne. Bi hevkariya faşîzma AKP’ê û PDK’ê gel bixe zindaneke servekirî. Dema artêşa Iraqê xwest birca li derdora wargehê bi cih bike, gel xwe nerazî kir, leşkerên Iraqê gule li xelkê reşandin û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Weke ku tê zanîn, şêniyên Wargeha Mexmûrê Botî ne û salên 1990’î ji ber zilma desthilatdariya dewleta faşîst a Tirk berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Nêzîkê 30 sal in ku li Wargeha Mexmurê bi cih bûne. Li wê axa ku destpêkê tenê dûvpişk lê dijiyan û çolistanek bû, xelkê wargehê bi ked û xwîna xwe ew der şên kir. 

Di nava 30 salan de gelek erîşên dijwar bi destê dijminê faşizan li ser wargehê pêk hatin. Bi desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê, her wiha bi hevkariya PDK ê, ev erîş her ku çun kûrtir bûn. Gelek kes di encama bombebaranan de hatin qetilkirin. Van hêzên serdest, her ketin hewila dorpêçkirina wargehê û pênaberkirina di nav penaberiyê de. Ji sala 2019’an ve li ser Mexmûrê ambargo heye. Hikûmeta heremê û PDK’ê şereke taybet bi rê ve dibin. Ji ber ambargoyê gelek nexweşan jiyana xwe ji dest da. Gelek dayikên ducanî, ji ber destûr nehat dayîn ku biçin nexweşxaneyê, zarokên xwe windakirin û gelek ciwanên ji bo debara xwe bikin, berê xwe dan bajarên dûr û qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Berpirsyarê van hemû bûyeran, desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê, hikûmeta herêmê û PDK ye.

Gelê wargehê weke civakeke berxweder her wext bi fikir û ramanên Rêbertiyê bersiva berxwedanê û jiyaneke birûmet dane. Ya ku berê DAÎŞ’ê da Mexmûrê dîsa faşîzma AKP’ ê bû. Niha jî piştê hilbijartinê, ku bi fen û lîstokan Erdogan cardin bû Serokkomarê Tirkiyeyê, destpêkê wê bixwaze ku êrîşên xwe dijwartir bike. Weke Şengal, Rojava û qadên gerîla di plana wî de talankirina Maxmûrê jî heye. Her kes dizane ku Wargeha Mexmûrê vîna xwe tu caran teslîm nake û 30 sal in weke keleha berxwedanê, mînaka li ber çavan e. Civakeke ku gelek berdêl dane. Bi vê berxwedêriyê û sekina xwe îro cîhan tev qala vê wargehê dike.

Ev 11 roj in xelkê Mexmûrê li ber xwe dide û rê nade artêşa Iraqê. Leşkerên Iraqê, cardin hewil didin derdorê dorpeç bikin û ava ku diçe wargehê qut bikin, li derdora wargehê xendekan dikolin. Ji niha ve gelek nexweşî derketine. Çawa ku di dîroka berxwedana Keleha Dimdim ê de dijminên gelê Kurd avê li ser Keleha berxwedanê qut kir û xwest gel qetil bike îro jî heman tişt li wargehê tê ceribandin.

Li Mexmûrê dayik, ciwan, zarok pîr û kal li dijî çekên giran disekinin û bi destên xwe xendekan digirin. Bi keviran li dijî artêşa Iraqê xwe diparêzin. Gelê me li ber xwe dide û bi hemû vîna xwe,bi şev û roj li ser lingan e. Di kelegerma havînê de, di bin konan de, nobeta wargehê digire. Dîmenên dayîkên ku xendekan bi destên xwe dadigirtin û bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedan’’, dîmenên ku di rûpelên dîrokê de wê her hebin.

Em hunermendên Kurd, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku artêşa xwe ji wargeha Şehîd Rûstem Cûdî vekişîne û dest ji helwestên xwe yên zordar berde. Dewleta Iraqê, nikare vîna gelekî bixe nav qefesekê û pêşkeşê hêzên mêtinger bike. Qet nayê qebûlkirin ku gelekê bi hemû cur, talan û zilm lê hatiye kirin, bibe wargeheke dîlgirtinê. Pêwîst e ku wewleta Iraqê nebe berdevka faşîzma AKP’ê . Gerek siyaseta xwe ya têkildarê Wargeha Mexmûrê sererast bike. Her wiha ev wargeh di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ne mimkûn e ku Neteweyên Yekbûyî êrîşên li ser Mexmûrê nedîtibe. Bi vê helwest û bêdengiyê, Neteweyên Yekbûyî jî dibe şirîkê vê tundiyê. Eger dixwaze berpirsyariya xwe pêk bîne, divê li ber vê tundiyê rabibe û xwe nerazî bike.  

Em TEV-ÇAND û KEVANA ZÊRÎN a Ewropayê, berxwedana gelê me yê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî silav dikin û bang li hemû gelê xwe, bi taybetî jî li pêşengên civakê, hunermend û rewşenbîran dikin ku li berxwedana Mexmûrê bibin xwedî. Em dakevin qadan û vê zilmê qebûl nekin. Gelê me yê li çar perçeyên Kurdistanê û li derveyê welat, divê li vê berxwedanê bibin xwedî. Em, li her qadên têkoşînê dengê xwe bilind bikin û xeleka berxwedanê firehtir bikin.”