Li Den Haagê maseya krîzê hate avakirin

Li bajarê Den Haagê ya Hollandayê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî li dijî koronavîrusê maseya krîzê ava kirin.

Li Den Haagê li dijî koronavîrusê maseya krîzê hate avakirin.

Li ser navê maseya krîzê daxuyanî hate dayin û hate diyarkirin ku armanca wan agahdarkirina gel e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Wê ev mase 24 saetan bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Hollandî xizmetê bide. Ji bo alîkarî û hevkariyê me şaredarî jî agahdar kirine. Ji bo tendirustiya gel û civakê şaredarî jî di nav de, em amade ne bi hemû saziyan re bixebitin.”

Nimreyên maseya krîzê ev in.

Tel1: 00316 8550 6565

Tel2: 00316 8618 4798”