Li Den Haagê çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’ hate kirin

Bi armanca xwedîderketina li Pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hate kirin.

Li bajarê Den Haag a Hollandayê bi çalakiyekê xwedî li pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ hate lidarxistin.

Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn li pêşiya avahiya Parlementoya Hollandayê hate kirin.

Di çalakiyê de li ser navê NCKD û PJAK a Den Haagê axaftin hatin kirin, bang li hêzên demokratîk, şoreşger û pêşverû hate kirin ku ji bo avakirina jiyaneke azad piştevanî û xwedî li pêngava KCK’ê derkevin.

Di axaftinan de hate gotin ku garntorê aştiya Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê her kes çaroveya pêngavê ji bo azadiya Ocalan bikeve tevgerê.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.