Li Cenevreyê soza pûçkirina polîtîkayên qirêj hate dayîn

Berxwedana xelkê Mexmûrê li Cenevreyê bi meşekê hat silavkirin û wiha hate gotin: “Em ê xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê û têkoşîna gerîla derbikevin û polîtîkayên tecrîdê pûç bikin.”

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê ya li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji 20’ê Gulanê ve didome. Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berxwedana xelkê Mexmûrê bi meşekê hate silavkirin.

Kurdistaniyên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) li qada Mont-Blanc hatin ba hev, hewldana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê protesto kirin.

Girseya ku bi dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin, li Parka Beaûlîeû mîtîng li dar xistin. Li ser navê girseyê Ramazan Baytar daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend. Baytar anî ziman ku hewldana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ku 15 roj in didome, nayê qebûlkirin û diyar kir ku ew li ba xelkê Mexmûrê ne.

Piştî Baytar li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşer (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Omer Rizvanoglû mafê axaftinê girt.

Rizvanoglû, anî ziman ku ev hewldan dorpêçkirinê berdewamiya tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Îro li ser Rêbertiya me tecrîda girankirî heye û li dora vê tecrîdê polîtîkayên qirêj xistinê meriyetê. Di bin êrîşên bi ser Gerîlaya Azadiya Kurdistanê û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê de, polîtîkayên tecrîdê yên ku li ser Rêbertiya me tên meşandin, heye. Em ciwanên Kurd xwedî li berxwedan xelkê Mexmûrê û têkoşîna gerîla derbikevin û polîtîkayên tecrîdê pûç bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.