Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Apo li Qada Nation a li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam dike.
Çalakiya ku hemû hefteyan rojên Çarşemê ji aliyê Kurdistaniyan ve tê lidarxistin, bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo Rojnamevan Egîd Roj ê ku di 15’ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Tişrînê hatî qetilkirin dest pê kir.
Teksta daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê Endamê Komîteya Çalakiyan a Cenevreyê Veysel Kûşkanadi ve hate xwendin û Veysel Kûşkanadi bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî û diyar kir ku gelê Kurd ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mehrûmkirin.
Kûşkanadi piştre êrîşên dewleta Tirk ên li ser HDK’ê, desteserkirina şaredariyan û êrîşên qirkirinê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Dewleta Tirk bi van êrîşên dagirkeriyê destkeftiyên gelê Kurd hedef digire. Divê ev êrîş di çarçoveya sûcên şer ên li dijî mirovahiyê hatine kirin de werin pênasekirin. Dewleta Tirk ji bo ku van sûcên xwe veşêre rojnamevanan hedef digire û wan qetil dike. Di şexsê Rojnamevan Egîd Roj de qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e.’’
Kûşkanadi di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Van rojan ji bo ku li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasiya mayînde were dabînkirin, hevdîtin tên kirin. Fikrên Rêber Apo yên têkildarî çareseriyê ji bo gelan tekane rê ye û ji bo mirovahiyê jî derfeteke dîrokî ye. Ev jî bes dê bi dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.’’
Çalakiya rûniştinê heta saet 17.00’an berdewam kir.