Li Cenevre û Lûzernê şideta li jinê hate protestokirin

Li bajarên Cenevre û Lûzern ên Swîsreyê bi çalakiyekê şideta li ser jinan hatin protetokirin.

Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê û rêxistinên Swîsrî û yên ji gelên din çalakiyek kirin.

Jinên ku li Parka Bastînos a Cenevreyê hatin ba hev heta Plaînpalaîsê meşiyan.

Li Lûzernê jî çalakiyek bi heman armancê hate kirin. Di çalakiyê de jinên ji ber şideta mêr û dîsa şideta dewletê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Her wiha di çalakiyê de jinan li dijî şideta li ser jinan banga piştevaniya netewî kirin.

Di çalakiyan de dirûşmên ‘jin, jiyan, azadî’ hatin qîrkirin.