Li Brukselê li dijî tevbîrên şewbê protesto: 300 kes hatin destgîrkirin

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê, di dema xwepêşandana protestoyî ya li dijî tevbîrên vîrûsa koronayê de 300 kes hatin destgîrkirin.

Xwepêşandêr di dahnê nîvro de li derdora gara terenê ya navendê dest bi komkirina al û pankartan kirin.

Hikumetê diyar kir ku xwepêşandana di çarçoveya li dijî tevbîrên têkoşîna vîrûsa koronayê de bê destûr in.

Li gorî bîlançoya di saet 14:00’an de ji aliyê polîsan ve hatî dayîn, 300 kes hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku piraniya wan li derdora Gare Central, nêzî 30’an li Gare Mîdî û 86 jî li Gare dû Nordê hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku di nava çalakgeran de gelek alîgirên pênc tîmên fûtbolê hene.