Li Hamayê êrîşî gundê Elewiyan hate kirin: 5 kes mirin

Hat diyarkirin ku li gundê El Enzê yê li bakurê Hamayê, di êrîşa komên girêdayî HTŞ’ê de zarokek 12 salî jî di nav de 5 kes hatin qetilkirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ELEWIYAN

Komên çekdar ên ku gotin ew girêdayî rêveberiya HTŞ’ê ne, îro danê sibê bi ser gundê El Enzê yê li bakurê Hemayê de girt ku welatiyên ji mezheba Elewî lê dijîn. Çekdaran 5 kes kuştin ku di nava wan de kesên bitemen û zarokekî 12 salî heye û hin kesên din jî birîndar bûn.

Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi lezgîn destwerdanê bikin û van kiryaran rawestînin û hesab ji kujeran bipirsin.

SOHR: DI 72 SAETAN DE 35 ÎNFAZ

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku hêzên girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê, di nava 72 saetên dawî de 35 kes qetil kirine ku piranî ji wan subayên dema Esad bûn.

SOHR’ê destnîşan kir ku Elewî di hedefê de ne.