Kantona Firatê bi dijwarî tê bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, SIHA û çekên giran gelek gundên girêdayî Eyn Îsa û Kobanê yên Kantona Firatê, Bendava Tişrînê û depoyeke genim a li Sirinê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran gelek gundên girêdayî Kantona Firatê û Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Dewleta Tirk gundên Saramîde, Siwêdiyê, Mişêrfê, Hec Hesen û Taîs ên girêdayî Eyn Îsayê bi top û çekên giran bombebaran kir.  Herweha gundê Um Seharic ê li rojavayê bajêr jî bi balafirên bêmirov hedef girt.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora Bendava Tişrînê jî bombebaran kir. Herweha gundên Tîna, Bîr Heso, Xesiq û Sepet ên li başûrê Kobanê û depoyeke genim a li Sirînê jî bombebaran kir.