Jinên Kenyayî herî zêde di sala 2024'an de hatin qetilkirin
Li Kenyayê di sala 2024’an de herî kêm 170 jin bûn mexdûrên tundiya mêran. Ev hejmar di sala 2023’yan de 95 hatibû tomarkirin.
Li Kenyayê di sala 2024’an de herî kêm 170 jin bûn mexdûrên tundiya mêran. Ev hejmar di sala 2023’yan de 95 hatibû tomarkirin.
Li gorî rapora "Bêdengkirina Jinan" ku ji hêla şîrketa analîzkirina daneyan Odipo Dev û saziya ragihandinê ya Africa Uncensored ve hatî amadekirin, sala 2024’an ji bo jinên Kenyayî bû sala ku qetilkirinên herî zêde.
Di sala 2023’yan de 95 jin hatin qetilkirin, ev hejmar di sala 2024’an de hema hema du qat zêde bû û 170 jin hatin qetilkirin.
Li gorî daneyên di raporê de ji sedî 70’ê jin ji aliyê hevjînên ve hatine qetilkirin, ji sedî 61’ê wan jî li qadên taybet hatine kirin.
Paytext Nairobî bi qetilkirina 28 jinan bû bajarê ku herî zêde rêjeya qetilkirinê lê heye bû. Nîvê mexdûrên jin temenê wan di navbera 18-35 salî de ne, mêrên di heman temenî de %66 sûcdaran pêk tê.
Di meha Kanûnê de polîsan êrîşî çalakiya aştiyane ya li dijî qetilkirina jinan a ku li Nairobiyê hat lidarxistin kirin û hin çalakvan girtin. Komên mafên mirovan ji bo pêşîgirtina li tundûtûjiyê banga perwerdehiya baştir û cezayên tundtir dikin.
Di raporê de tê gotin ku rêjeya cezakirinê li gorî sala borî %118 zêde bûye, cezayên sê salan zêde bûye û bûye 23 sal. Hate hîbûn ku di navbera tomarkirina gilî û biryarê de çar sal derbas dibe. Her wiha tê gotin ku tundî her ku diçe girantir bûye û ji sedî 7 êrîşên zayendî zêde bûne.
Hin bûyerên ku di sala 2024’an de qewimîn asta tundiyê nîşan dide. Di meha Îlonê de, werzîşvan Rebecca Cheptegei ji hêla hevjînê xwe ve bi benzînê hat şewitandin. Hefteya borî li Nairobiyê kesekî ku termê jineke perçebûyî hilgirtibû hat girtin.
Li Kenyayê tundiya li ser jinê pirsgirêkek nûjen e, pispor diyar dikin ku divê xebatên hayjêbûnê bên zêdekirin û çareseriyên sîstematîk bên hilberandin.