BI DÎMEN

Li Bremenê panel: Em ê bi têkoşînê bigihêjin serkeftinê

Meclîsa Jinan a Sêvê li ser Komploya Navneteweyî û mafê hêviyê panelek li dar xist. Di panelê de hat gotin ku têkoşîna gelê Kurd ya ku li ser xeta hêviyê bilind dibe gihîştiye asteke cîhanî û wê bi ser bikeve.

Meclîsa Jinan a Sêvê ya li bajarê Elmanyayê Bremenê ku di çarçoveya çalakiyên Tîrêjên Rojê de xebatên xwe dimeşîne, li ser Komploya Navneteweyî û mafê hêviyê panel li dar xist. Endama MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul û siyasetmedar Fatma Kûrtûlan beşdarî panelê bûn. Di panelê de bal kişandin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola sazî û dewletên navneteweyî ya di tecrîdê de. Her wiha behsa giringiya têkoşîna gelê Kurd ya di çarçoveya dawîlêanîna tecrîdê de hat kirin.

PARÊZER RENGÎN ERGUL: TÊKOŞÎNA ME DÊ ME BIGIHÎNE SERKEFTINÊ

Endama MAF-DAD'ê Parêzer Rengîn Ergulê, di serî de Dadgeha Mafên mirovan AEwropayê (AIHM), di pêvajoya pêşketinê Komploya Navnetewî de, bal kişand ser helwesta saziyên navneteweyî û wiha axivî: "Dema ku Tirkiyeyê Cezayê Darvekirinê da Birêz Ocalan, DMME'yê der barê dosyaya yekemîn a Birêz Ocalan de ji bo Tirkiyeyê biryareke nû da. Ji berk u DMME wekî bersiva serlêdanên sekinandina darvekirinan digot ku "Ji ber ku Tirkiyeyyê moratoryûm îlan kiriye tu kesî bi dar ve nake, loma ev nayê wateya binpêkirina mafê jiyanê." Lê piştî ku doza Birêz Ocalan çû ber destê DMME’yê ji Tirkiyeyê re got "Erê moratoryûm îlan kiriye û te heta niha kesek bi dar ve nekiriye, lê di meseleya Birêz Ocalan de ez ji te bawer nakim." Lê belê Konseya Ewropayê ku di bin banê heman dadgehê de ye û welatên Ewropî Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Bi devê xwe dibêjin ku ji Tirkiyeyê bawer nakin lê Birêz Ocalan bi destê xwe radestî wê dikin. Loma her çiqas em serlêdanan ji bo saziyên navnetweyî bikin jî divê baweriya me ne bi wan bi têkoşîna me were. Têkoşîna me dê me bigihîne serkeftinê.”

FATMA KÛRTÛLAN: GELÊ KURD BI TÊKOŞÎNA XWE HÊVIYÊ DIDE CÎHANÊ

Siyasetmedar Fatma Kûrtûlan jî li ser armancên Komploya Navneteweyî û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî komployê axivî û got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dema mesele dibe gelê Kurd û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, qanûnên hemû welatan li dijî me ne. Lê îro dîsa ji bo rakirina tecrîdê hem wek gel hem jî wek hiqûqnas em kedeke mezin didin. Îro di salvegera komploy de Kurd û dostên xwe bangawaziya her sazî û kesî dikin ku li dijî komployê piştgiriyê bidin Kurdan. Ji berk u gelê Kurd bi têkoşîna xwe hêviyê dide cîhanê.”

RÛKEN AKÇA: LI DIJÎ KOMPLOYÊ DIVÊ EM TIFAQÊN XWE MEZIN BIN

Hevseroka KON-MED'ê Rûken AKÇA jî beşdarî panelê bû, banga mezinkitina tifaqan kir û got: “Li dijî komployê divê em tifaqên xwe mezin bikin.”

Panel bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.