Li Bremen, Wûppertal û Stûttgartê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Li bajarên Bremen, Wûppertal û Stûttgert a Elmanyayê bi merasîmên cûr bi cûr 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Li bajarên Bremen a Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Sêvê, Courage, rêxistina jinan a Îran û Efganîstanê, Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLPD), Konferansa Jinên Bajêr, Kolektîfa Jinên Elman, Klîmastreîk, Nûnertiya Tevgera Jin a Efrîqayê û Tevgera Jinan merasîma 8’ê Adarê hat organîze û pîrozkirin.

Jin di saet 16:00’an de li Leîpnîzplatzê hatin cem hev û destpêkê di derbarê asta têkoşîna jin gihîştiyê de axaftin hatin kirin. Piştre saet 17:30’an ber bi navenda bajêr meşiyan.

Li Meydana Domshof’ê jî mîtîng hate lidarxistin. Li wê derê jî derbarê têkoşîna jinên Kurd û asta hatiyê de axaftin hate pêşkêşkirin.

Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî merasîmê bûbûn. Di mîtîngê de drûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Erdoganê Kujer” û “Bijî 8’ê Adarê” bi zimanên Kurdî û Elmanî hatin qêrkirin. Di mîtîngê de her wiha ji bo kampnya “Ji bo darizandina dîktator 100 sedem, 100 îmze” hate meşandin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê jî bi dehan jin bi minasebeta 8’ê Adarê mîtîngek lidarxistin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî bi hezara jin 8’ê Adarê pîrozkirin. Bi dehan jin ku li Rotrbulhplatz a Stûttgartê hatin gel hev, îsiyatîfa jinan li dora Platforma Piştewaniya Yekîtiya Hêzê hatin cem hev. Jinan ber bi Schlossplatzê dest bi meşê kirin.

Di meşê de Îsiyatîfa Jinan a Meryem bi berd ewamî di çarçoveya kampanya “Ji bo darizandina dîktator 100 sedem, 100 îmze” de îmze komkir û Erdoganê dîktator ji aliyê çalakvanên jin ve hate protestokirin.

Jinan bi berdewamî drûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi lêdana erbaneyan diqêriyan. Pêkhateyên Îsiyatîfa Jinan a Meryemê di pêşiya meşê de bi enstrumanên xwe ve cih girtin. Rêxistinên jinên femînîst jî azadiyên ku di encama zextên hişmendiya zilamsalarî ya li ser jinê hatinî xesbkirin qêrkirin.

Her wiha li bajarê Freîbûrg a Elmanya pîrozbahiyên 8’ê Adarê domkir. Bi sedan jin li Stuhlînger Kîrchplatzê hatin gel hev û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan. Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Nûda ya Freîbûrgê bi dostên xwe yên Elman ve gelek dovîz û pankart hilgirtin û meşiyan.