BI DÎMEN

Li Borlänge û Brestê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li bajarê Borlänge yê Swêdê û bajarê Brestê yê Fransayê Newroz bi coş hat pîrozkirin.

NEWROZ

L bajarê Borlänge yê Swêdê û bajarê Brest yê Fransayê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin.

BORLÄNGE

Li bajarê Borlänge yê Swêdê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li bajarên Borlänge, Gävle û bajarên derdor dijîn tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin xemildandin. Di şahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin.

Di şahiyê de Azad Bedran, Serhedo, Evîn, Dilşad Hewlêrî û endamê Koma Hezex Mehmet derketin li ser dikê. Girseya gel li ber stranan govend gerandin û Newroz pîrozkirin.

BREST

Li bajarê Brest yê Fransayê Newroz bi coş hat pîrozkirin. Dostên Kurdan ên Îranî û Breton tevlî şahiyê bûn.