Li Bordeaûxê komkujiya Maraşê hat protestokirin
Ji bo protestokirina 40’emîn salvegera komkujiya Maraşê li bajarê Boardeaûx a Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.
Ji bo protestokirina 40’emîn salvegera komkujiya Maraşê li bajarê Boardeaûx a Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.
Nêzî 400 kes tevlî çalakiyê bûn.Di çalakiyê de êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û komkujiyên Maraş û Roboskiyê hatin protesto kirin.
Di çalakiyê de polîtkayên qetlîamger ên dewleta Tirk hatin protestokirin û axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de peyama “Çarenûsa Kurdan ne komkujî ye, dikare bi yekîtiya netewî pêşiya wê bigire” hate dayîn.
Mîtîng ji ber bahozê zû bi dawî bû.