Li Bern û Frankfûrtê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin

Kurdên li Bern û Frankfûrtê tijî bi çalakiyekê komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Her sê jinên şoreşger ên Kurd li bajarê Bern yê Siwîsrê û bajaraê Farankfûrtê yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Kurdan li Bernê li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê banga ronî kirina komkujiyê kir û xwestin Fransa berpirsyariya xwe bîne cih.

Berdeva demê ya Tevgera Jinên Ewropayê Rabîa Baldemîr diyar kir ku heta komkujiya Parîsê neyê ronî kirin wê li her derê hevalbendiya dewlata Fransa ya bi Tirkiyeyê re teşîr bikin.

Berdevak Meclîsa Jinan a Mizgîn Hediye Mûnzûr jî bang li dewleta Fransa kir kir û xwest komkujiya Parîsê were ronîkirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“, “Sara, Rojbîn û Ronahî“, “Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan“ û „“ Hevkar Fransa“ bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt yê Elmanya jî Kurdan li ber pêşiya Konsolosxaneya Fransayê çeleng danî û komkujiya Parîsê şermezar kirin. Sazî û endamên YJK-Frankfûrt, AKD, Jina Nû û Wonen Defend Rojava tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê TJK-E Done Guzel axivî û got: “Êş û hêrsa me hîna wekî roja berê nû ye. Me jinên Kurd mîrateya Sakîne Cansiz dewr girtiye. Şoreşa Rojava mînaka vê ya ber bi çave.“

Women Defend Rojava jî anî ziman ku dikarî kulîlkan jê bikî, lê tu nikarî hatina biharê rawestînî.

ADK’ê jî di peyama xwe de ev tişt got: “Hişmendiya ku Roza û Sakîne qetil kir, weke heve. Bi vê boneyê em piştevaniya jinan silav dikin.“

Jinan li ber Konsolosxaneya Fransayê sê sol ên weke sembola sê jinan, qûrnefîl danîn û find pêxistin.