BI DÎMEN

Bi hunera karê destan kevneşopiyên xwe didomînin

Delal û Nalîn ku xwişkên hev in, tevî temenên xwe yên biçûk bi hunerê karê destan kevneşopiyên xwe didomînin.

Hunerên destan ên ku bi bandora pêşketinên teknolojiyê ber bi windabûnê ve diçin, ji aliyê zarokan ve ji nifşekî vediguheze nifşekê din û ji nû vedigere. Delal Hac Yûsif û Nalîn Hac Yûsif ku xwişkên hev in û li bajarê Qamişloyê dimînin, bi temenê xwe yê biçûk kevneşopiyên xwe bi hunera destan re bêyî qezençkirinê bi derdora xwe re parve dikin. Delal û Nalîn têkîldarî hestên xwe yên ji bo hunera karê destan ji ajansa me re axivîn.

DI 11 SALIYA XWE DE HUNERA XWE PÊŞXIST

Delal Hac Yûsif ku bi hunera karê destan re mijûl dibe, da zanîn ku ew ji hunera karê destan gelek hez dike û wiha pê de çû: “Ez ji vê hunerê gelek hezdikim, ji ber ku mirov dikare bi riya vê hunerê her tiştê ku bixwaze li gorî xwesteka dilê xwe biafirîne. Min ji temenê 11 salî ve dest bi vê hunerê kir, niha jî temenê min 12 sale û ez didomînim. Destpêkê dema min dest bi vê hunera karê destan kir pir zehmet bû, heta min amûrek xemlandinê çêdikir ez diwestiyam. Ji ber ku morîkên min nebûn, hin cilên dayika min ji morîkan hebûn min ew divekirin û ji bo zarokan dikir bazin û gustîlk. Lê bi piştgiriya malbata min, bi taybet dayika min û xwişka min hêdî hêdî min gavên pêşketî li hember vê hunerê avêtin.” 

DIXWEZE HUNERA XWE MEZINTIR BIKE 

Delal da zanîn ku tiştên çêkirî yên bazaran ne gelek xweşik in, karê destan xweşikbûna wan cuda ne û wiha got: “Kesên ku diçin bazaran û tiştên çêkirî dikirin bila bizanibin ku karê destan xweşiktir e. Ez diçim refa 6’an, di demên navber de ez û xwişka xwe morîkan tînin û ji bo zarok û ciwanên taxa xwe dikin amûrên xemilandinê.

KARÊ DESTAN NE TENÊ HUNERE, ÇANDA KURDAN E

Delal got ku ew dixwaze karê destan mezintir bibe û mirov jê hez bike.

Nalîn Hac Yûsif jî li ser hunera xwe ya karê destan wiha axivî: “Ez diçim refa 4’an, ji 9 saliya xwe ve min û xwişka xwe dest bi hunera karê destan kir. Ev huner rastî jî gelek xweş e û em gelek jê hez dikin. Me hin bi hin gavên pêşketinê dan û hemû kesên ku karê me dibînin gelek pesn didin û jê hez dikin. Dema destpêkê me destpê kir heta ku me bazinek çêdikir em du rojan pê ve dima, lê niha em di rojekî de pênc bazinan çêdikin. Em bêyî qezencê hunera xwe dikin, ji ber ku bi civakê re parve dikin.”

Nalîn anî ziman ku berî ku ev kar bibe huner, ji bo gelê Kurd çand û kevneşopî ye û got: “Ji ber wê jî em wek zarok divê hunera xwe winda nekin da ku nifş bi nifiş belav bibe. Ez ji tevahî jin, ciwan û zarokan dixwazin ku ji vê hunerê hez bikin û belav bikin.”