Cenazeyê Celal Başlangiç hate veşartin
Cenazeyê rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê bi merasîmekê hete veşartin.
Cenazeyê rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê bi merasîmekê hete veşartin.
Ji bo rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê ê Elmanyayê merasîmek hate lidarxistin. Li gel xizmên Başlangiç her wiha gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî merasîmê bûn.
Rojnameger Hasan Cemal di merasîmê de axivî û nûçeyên girîng ên Celal Başlangiçî bi bîr xist û ev yek anîn ziman: ‘’Celal rojnamegerekî pir serkeftî bû, mirovekî pir baş bû. Bila cihê wî bihûşt be û em ê wî tim baş bi bîr bînin.’’