BI DÎMEN

HPG’ê şehîdên Metînayê bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên jiyana pîroz a PKK’ê.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de, derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:

“Di êrîşa dijmin a ku di 30’ê Îlona 2022’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî ya Metîna pêk hat de, hevrêyên me yên Apoyî yên hêja Qehreman Mûrat, Rûbar Xemgîn û Fîraz Artêş heta nefesa xwe ya dawî berxwedaneke fedayî nîşan dan û şehîd bûn.

Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz ên ku ji Bakur, Rojhilat û Rojava tevlî nava refên têkoşîna azadiya gelê me bûn, bi îdeolojiya Apoyî ya ku gelê me gihandiye hev, bûne hêviya azadiyê ya gelê me. Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz ku di her kêliya jiyana xwe de weke derwêşekî jiyan û ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke bi rûmet têdikoşiyan, bi fedekariya xwe di dilê gelê me de cihê xwe girtin. Hevrêyên me yên ku di serdemeke ku êrîşên dijmin ên herî dijwar bûn de bi hilbijartina têkoşîna fedayî pîvana şoreşgeriyê ji bo hemû ciwanên Kurdistanê danîbûn û weke meşaleyên azadiyê, têkoşîna me geş kirin. Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz ku milîtanên fedayî yên ku di dema pêwîst de li hemberî dijmin mil bi mil li ber xwe dan. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên bêyî navber ên jiyana pîroz a PKK’ê.

Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe Qehreman, Rûbar û Fîraz her tim ji xwe re mînak bigirin, bîranînên wan zindî bihêlin û bi van hestan sersaxiyê ji malbatên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Qehreman Mûrat

Nav û Paşnav: Orhan Demir

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik û bav: Xanim – Hecî Bekir

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

 

Nasnav: Rûbar Xemgîn

Nav û paşnav: Mihemed Direwş

Cihê jidayikbûnê: Makû

Navê dayik û bav: Ayşe – Enwer

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

 

Nasnav: Fîraz Arteş

Nav û paşnav: Muhammed Heliç

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dayik û bav: Xezal – Minih

Dem û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

QEHREMAN MÛRAT

Hevrêyê me Qehreman li Curnê Reş (Hîlvan) ku yek ji herêmên ku têkoşîna me ya azadiyê cara ewil lê geş bû, ji dayik bû. Hevrêyê me Qehreman ê ku bi berxwedana efsanewî ya Curnê Reş a ku lê ji dayik bû û mezin bû û bi çîrokên jiyana derwêşî ya milîtanên Apoyî yên ewil mezin bû, ji biçûkatiya xwe de partiya me PKK’ê nas kir. Hevrêyê me yê ku li gel malbata xwe bi cotkariyê re mijûl dibû, bi kesayeta xwe ya kedkar kedeke mezin da debara malbata xwe. Ji ber vê sedemê ji hêla derdorê ve dihat hezkirin. Hevrêyê me Qehreman ku di ciwaniya xwe de jiyan û derdora xwe baştir nas kir û fêm kir, bêwateya jiyana ku pergala kapîtalîst li ser civakê ferz kiriye fêm kir. Hevrêyê me yê ku di heman demê de ji siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin haydar bû, şêwaza jiyana ku li ser hatiye ferzkirin qebûl nekir. Hevrêyê me yê ku difikirî ku jiyana rast azad, wekhev û civakî be û lêpirsîna xwe bi kûrahî domand. Hevrêyê me Qehreman ku di sala 2005’an de di encama vê lêpirsînê de, partiya me PKK’ê nas kir û di bin bandora fikrên Rêber Apo de ma. Hevrêyê me yê ku bi fikrên Rêber Apo û bi lêpirsîna xwe gihişte wê encamê ku hem jiyanek bi wate û hem jî jiyanek azad a li ser koka xwe pêkan e. Bi lêhûrbûn û pirsiyarkirina xwe zanîbû ku ev yek encax bi têkoşînê pêkan e. Hevrêyê me bi taybetî ji têkoşîna fedayî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger gelekî bandor bû, rêya têkoşînê jî diyar kir. Hevrêyê me diyar kir ku ji bo jiyan û kesayeta azad pêwîste vegere cewherê xwe, bi fikira ku ev yek ancax bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Li ser vê bingehê hevrêyê me Qehreman di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Qehreman ê perwedehiya xwe ya yekem li herêma Qendîlê dît. Bi perwerdeyê re zû xwe bi jiyana gerîla û çiyayê re adaptî kir. Hevrêyê me yê ku di nava PKK’ê de di bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komînal de mabû, ji bo bibe parçeyek ji vê jiyana azad hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Qehreman ê ku dizanibû ku tenê bi gihandina felsefeya Rêber Apo û bi fedekarî beşdarî jiyanê dibe wê layîqî jiyana bi hezaran şehîdan bibe û her kêliya xwe bi ked û kedeke mezin derbas kir. Bi kesayetiya xwe ya têgihîştî, mutewazî û timî ji bo hînbûnê hurmeta hevrêyên xwe yên ku pê re perwede dibûn, girt. Hevrêyê me yê ku di heman qadê de tevlî xebatên pratîkî bû, piştî ku perwedeya xwe qedand, li Qendîlê beşdarî gelek xebat û herêman bû. Hevrêyê me yê ku di her xebata xwe de serkeftineke teqez armanc dikir, ji bo vê jî bi tempoyeke bilind li ber xwe da. Di sala 2012'an de hevrêyê me Serhed - Mûrat Demîr yê li Erziromê şehîd ketibû bû sedem ku hevrêyê me Qehreman têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Hevrêyê me zanîbû yekane rêya bersivdayina şehadeta hevrêyê me Serhed ku wî ji xwe re mînak girtiye, tolhildana wî û zindî kirina bîranîna wî ye, xwest di sala 2012’an de beşdarî operasyonên şoreşgerî yên li Zagrosan bibe. Lê belê hevrêyê me yê ku ji ber hewcedariya karê xwe nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne, li ser şerê gerîla bêtir xwe kûr kir.

Hevrêyê me Qehreman ku di sala 2015’an de dema êrîşên dijmin dest pê kir bi israr çû herêmên ku şer lê dijwar bû, di sala 2016’an de gihişt vê armancê. Lê hevrêyê me yê pêşî perwerdeya bîrdozî dît, piştre berê xwe da herêmên Mexmûr û Kerkûkê û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tevlî berxwedanê bû. Li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, bi tevlîbûna gelek pêngav û çalakiyan erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî. Hevrêyê me Qehreman ê ku piştre berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de bi pêş bixe çû akademiyên leşkerî. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku li akademiyê girt di gelek beşan de jêhatî bû, bi vî awayî bi perwerdeya ku dîtî karîbû ezmûna xwe ya şer hîn xurtir bike. Hevrêyê me Qehreman ku hem di dema şer de hem jî di dema perwerdeyê de bi hevaltiya xwe ya ji dil û keda derketiye pêş, bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak girtine. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeyê derbasî herêma Metîna bû, di demek kurt de bala hevalên xwe kişand. Bi taybetî jî bi nêrînên xwe yên li ser çawaniya meşandina şerê serdema nû û bi keda ku ji bo bicihanîna van ramanan dixebitî, hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me yê ku bi hemû hêza xwe şêwazê şerê serdema nû ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk bi hemû hûrgiliyan pêk anî, heta detayên herî biçûk jî xwe ji perwerdekirina hevrêyên xwe dûr nexist. Hevrêyê me Qehreman ku difikirî ku li hemberî êrîşên dijmin demildest bersivek pêwîst e, yek ji hevrêyên me bû ku yekemîn bersiv da êrîşên dijmin ên bi taybetî di sala 2021’an de pêş ket. Hevrê Qehreman ku yek ji hevrêyên me ye ku bi fedaî li hemberî êrîşên berfireh ên dijmin li ber xwe da, fikirî ku tenê bi vî rengî dikare layiqî berxwedana tunelê ya destanî ya li Metîna, Zap û Avaşînê bibe. Hevrêyê me yê ku di sala 2022’an de li dijî êrîşa dijmin a li herêma Girê Colemêrgê ku weke pişta destê xwe dizane gelek çalakî li dar xist, ji bo van çalakiyan bi ser bikeve çi ji destê wî hat kirin. Dema pêwîst bû ew jî beşdarî çalakiyan bû û ji bo hevalên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku dijmin tenê bi têkoşîneke fedaî dikare têk biçe û di her kêliyê de bi fedaî beşdar bû.

Hevrêyê me Qehreman ku di 30’ê Îlona 2022’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî bi hevrêyên Fîraz û Rûbar re li dijî dijmin çalakiyeke bi bandor li dar xist, di êrîşa dijmin de heta nefesa xwe ya dawî xwedî li nirxên azadiyê derket. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Qehreman di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

RÛBAR XEMGÎN

Hevrêyê me Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke xwedî nirxên netewî û çanda Kurdî de hatiye dinê. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe, bi nirxên ku wî afirandine mezin bûye. Bandora hawirdora ku tê de jiya bû firsenda ku di temenê biçûk de PKK û têkoşîna me ya gerîla nas bike, dît. Ji têkoşîna fedayî ya gerîla bandor bû, xeyala tevlîbûna nava refên têkoşînê dikir. Hevrêyê me Rûbar ku xwedî kesayetek jîndar, jîr û zîrek bû, bi van taybetiyan ji aliyê derdora xwe ve dibû hezkirin. Di heman demê de hevrêyê me li hember malbata xwe xwe berpirsyar hîs dikir û di gelek karan de bi taybetî ji bo debara jiyana malbata xwe bike di înşaetê de dixebitî. Ji ber vê sedemê di jiyana xwe de qîmetek mezin da kedê. Di her kêliya jiyana xwe de bi keda xwe pîvana afirandina nirxê pejirand. Gerîlayên ku bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ku ji sala 2010’an û vir ve hatiye pêşxistin ketibû qonaxeke nû ya têkoşînê, li Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor dihat lidarxistin û ev jî bala hevrêyê me Rûbar kişand ser gerîla. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bi her derbeya li dagirkeran moralek mezin digirt û dilsoziya xwe ya bi gerîla re hîn xurtir dikir. Piştre kesên ji derdora wî tevlî nava refên gerîla bûn û xizma wî ya nêzîk hevrê Diyana Dersim di sala 2012’an de şehîd bû û ev şehadet gelekî bandor li hevrê Rûbar kir. Li ser vê yekê hevrêyê me yê ku bi biryardarî şer dike dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me yê ku demeke dirêj li ser naskirin û têgihiştina rastiya partiya me PKK û Rêber Apo rawestiya, xwest têkoşîna xwe li ser bingehek xurt geş bike. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên ji sala 2014'an û vir ve li dijî destkeftiyên gelê me û berxwedana destanî ya li hemberî wan di biryara hevrê Rûbar de bi bandor bû. Hevrêyê me yê ku difikirî ku êdî weke ciwanekî Kurd erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne, di sala 2015’an de berê da çiyayan û ji herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rûbar ku li herêma Serhedê perwerdeya xwe ya yekemîn di nava refên gerîla de dît. Bi perwerdeya ku dît re fersend dît ku xwe, gelê me û rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku bi taybetî bi perwerdehiya bîrdozî re eleqedar e, da zanîn ku çima em weke gel dixwazin di vê pêvajoya perwerdeyê de li paş xwe bihêlin. Ji bo vê jî di her kêliyê de ji bo xwe perwerde bike kedeke mezin da. Di heman demê de zanîbê ku hêzên mêtinger dixwazin gelê me di statuya koletiyê de bihêlin û jiyaneke li dijî rûmeta mirovahiyê ferz dikin. Bi jiyana PKK'ê re ew jiyana ku jê dizîbûn ji nû ve bi dest xist. Ji bo vê jî hevrê Rûbar ku bi hemû dilê xwe jiyanê hembêz kir, ji bo parastina jiyana PKK’ê ya ku bi deh hezaran hevrêyên me yên şehîd bi ked û bedelên mezin ve afirandibû, di nava têkoşîneke bênavber de bû. Hevrêyê me yê ku her kêliya xwe ji bo edaleta jiyana PKK'ê dixebitî, difikirî ku tenê bi vî rengî dikare bîranîna hevrêyên me yên şehîd zindî bihêle. Hevrêyê me Rûbar piştî demekê ji herêma Serhedê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û ewil li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû. Hevrêyê me piştre derbasî herêma Zapê bû û li vir di nava xebatên girîng ên ku pêwîstî bi pêbawerî û pêbaweriyeke bilind hebû, cih girt. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de baweriya hevrêyên xwevala dernexist û pratîkek serkeftî meşand.

Hevrê Rûbar di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de û di şerê dijwar de bi şehadeta hevrêyên me, ji êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser destkeftiyên gelê me bandor bû. Hevrêyê me ku bersivdayîna ji pêvajoya şer û hevalên xwe yên şehîd re weke erkeke wijdanî û exlaqî girtibû ser xwe, gihiştibû biryarê ku hîn bêhtir têkoşîna xwe berfireh bike. Ji bo vê jî hevrêyê me yê ku dixwest weke milîtanekî Apoyî tevlî pêvajoya şer bibe, bi israr xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me Rûbar ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe amade hîs dikir, ji bo pisporiya taktîkên gerîlayên serdema nû li Akademiyên Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeya leşkerî bû. Hevrêyê me diyar kir ew dikare di qada şer de weke sekvanekî baş rola xwe bilîze, ji aliyê kûr ve mijûl bû. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve ji bo şerekî giran amade kiribû, di xeyala xwe ya herî mezin de ku li Serhedê bibe gerîla bû xwedî israreke mezin. Lê hevrêyê me Rûbar ê ku pêşî pêdiviyên rêxistina me li ber çavan girt, di sala 2018’an de derbasî herêma Metîna bû û li wir çalakiyên xwe yên şoreşgerî berdewam kir.

Hevrêyê me Rûbar ku hema bêje li her qadên herêma Metîna gerîla bû, li vir li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me yê ku bi cesaret, çalak û dilêriya xwe ya di çalakiyên ku tevlî bûye de rêza hemû hevrêyên xwe girt û di serkeftina van çalakiyan de kedeke mezin da. Herî dawî hevrêyê me yê ku li dijî êrîşên tasfiyeyê yên di sala 2021’an de ji aliyê dijmin ve hate pêşxistin, di nava yekîneyên berxwedanê de cih girt. Ji bo ku barê hevrêyên xwe yên li Girê Zendûra bi fedekarî li ber xwe dane rake, di nava lêgerîneke berdewam de bû. Di vê serdemê de bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin xwest erka xwe ya hevrêtiyê pêk bîne. Hevrêyê me yê ku piştre ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin ên li ser Girê Hakkarî berê xwe da vê qadê, xwest bersivê bide berxwedana ku di pêşengiya hevrêyên Şehîd Nûrî Yekta û Azê Erdal de pêşketiye. Hevrêyê me Rûbar dizanibû ku ev yek encax bi şerkirina fedayî pêkan e, hêrsa xwe ya li hember dijmin di her çalakiya xwe de bi serketinê nîşan da. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Rûbar ê ku di 30’ê Îlona 2022’an de li Girê Hakkarî di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin.

FÎRAZ ARTÊŞ

Hevrêyê me Fîraz di malbateke ji eşîra Ketîkî ya qedîm a Kobanê ku bi berxwedana xwe li cîhanê bû sembola Kurdbûna azad, de hat dinê. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê biçûk de ji ber nasnameya welatparêziya malbata xwe û bajarê Kobanê yê ku lê jiyaye, fersenda têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê bi dest xist, bi çîrokên lehengiya gerîlayan gelekî bi bandor bû. Ji bo vê jî her tim sempatiyek mezin ji gerîla re hebû. Hevrêyê me Fîraz piştî xwişka wî di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû, gelekî bi bandor bû, zêdetir bi gerîla re eleqedar bû. Piştî ku xwişka wî tevlî nava refên gerîla bû, hevrêyê me ku dixwest partiya me û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me Fîraz ku di demeke kin de encamên girîng bi dest xist, ji ber ku serdema ku dest bi lêgerîna xwe kir bi destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevdem bû, bi vî rengî hem têkoşîna me hem jî rastiya Rêber Apo di asteke mezin de nas kir. Hevrêyê me yê ku weke ciwanekî Kurd bertek nîşanî êrîşên çeteyan ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku derfeta jiyaneke wekhev û azad pêşkêşî hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji berxwedana destanî ya şervanên azadiyê bi bandor bû. Çeteyên DAÎŞ’ê ya ku dewleta Tirk alîkariya wan dikir bi berxwedaneke fedayî ya li Kobanê têkçûn, biyardariya têkoşînê ya hevrêyê me Fîraz xurtir kir. Hevrêyê me dît ku destkeftiyên gelê me ancax bi berxwedana Kobanê ya dîrokî ya di xeta fedaî de dikare were parastin, fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd beşdarî vê berxwedanê bibe. Hevrêyê me ku bi şehadeta xizmên xwe yên nêzîk jî vi bandor bû, zanî ku tenê bi tevlîbûna nava refên têkoşînê dikare bibe layiqî şehîdan û bîranîna wan a giranbuha. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2017’an de li herêma Rojava tevlî nava refên berxwedanê bû û nêzî du salan li wir şer kir. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de firsenda ku di warê leşkerî de xwe tekûz bike dît û li dijî dewleta Tirk û hemû komên çete yên ku êrîşî destkeftiyên gelê me dikirin, şer kir. Hevrêyê me Fîraz ku ezmûneke girîng a şer bi dest xist, bi tevlîbûna nava refên gerîla xwest têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me di demeke ku şerê herî dijwar ê dîroka me ya têkoşînê tê jiyîn de berê xae damçiyayên Kurdistanê û biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Fîraz ku bi perwerdeya destpêkê ya di nava refên gerîla de dît, di demeke kin de adapteyî jiyana çiya û gerîla bû. Ji bo tevlî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe, di hunera gerîlatiyê de xwe tekûz kir. Hevrêyê me yê ku ji jiyana gerîla ya li ser bingeha kesayeta azad û komunalîzmê bandor bû, mîna ku ji nû ve ji dayik bûye hîs kir. Ji bo vê jî hevrêyê me yê ku wateyek mezin dida her kêliya xwe ya di nava gerîla de, ji bo layiqî vê jiyana azad a ku hevrêyên me yên şehîd bi bedelên mezin afirandiye kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku ji ezmûnên xwe yên şer ên berê sûd werdigirt, bi lêhûrbûneke kûr bû gerîlayekî serketî. Hevrêyê me Fîraz ê tevî ku nû tevlî nava refên gerîla bû jî xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar dibû, li ser pêşniyara hevalên xwe neçar ma ku vê daxwazê ji bo demekê taloq bike. Lê dilê wî her tim bi hevrêyên xwe yên berxwedanê re bû. Di her kêliyê de bi hîskirina wan xwest têkoşîna xwe berfireh bike. Li ser vê bingehê xwest di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de xwe di qada leşkerî de zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me Fîraz ku di gelek taktîkên şerê gerîla de zana ye, ji bo van taktîkan di têkoşînê de bi bandor nîşan bide, perwerdeya pisporî dît. Hevrêyê me yê ku dizanibû ku pêwîste weke Gerîlayekî Modernîteya Demokratîk xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de kûr bike, her wiha roj bi roj xwe bi bîrdozî perwerde kir û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû.

Piştî ku dewleta Tirk a qirker bi armanca tasfiyekirina gerîla, hêza pêşeng a gelê me, êrîşeke berfireh li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê da destpêkirin, hevrêyê me Fîraz berê xwe da herêma Metîna û tevlî tevgera şoreşgerî ya li vê derê bû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li gelek herêmên Metîna û bi taybet li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî her tim di nava çalakiyan de bû. Bi hevalên xwe re bi fedaî beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Hevrêyê me Fîraz ku bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bênavber ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi ked û fedekariya xwe di serketina çalakiyên ku tê de cih girt bû diyarker. Ji ber vê yekê hurmeta hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re li ber xwed dida, girt. Hevrêyê me Fîraz ku bi kesayeta xwe ya cewherî, jidil û bi qîmeta ku dide hevrêyên xwe tê naskirin, di şert û mercên herî dijwar ên şer de jî bi van taybetiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Fîraz ê ku dixwest piştgiriyê bide berxwedana destanî ya hevrêyên xwe yên li Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî û barê wan hinekî sivik bike, tevî hevrêyên xwe Qehreman û Rûbar, ji bo derbekê li dijmin bide, di nava lêgerînekê de bû. Li ser vê bingehê di 30’ê Îlona 2022’an de di çalakiya li dijî dijmin de bi berxwedaneke fedaî heta nefesa xwe ya dawî gihişt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soza hevrê Fîraz dubare dikin ku em ê xeyala wî ya Kurdistana azad pêk bînin.”