Li Berlînê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Seyîd Riza û hevalên wî yên ku 83 sal berê hatibûn daliqandin, hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de Hevseroka FED-KURD’ê Mehtap Erol û Hevseroka Meclîsa Kurdistaniyên li Berlînê Îsmaîl Parmaksiz di axaftinan de diyar kirin ku rejîma Kemalîst di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de, li Dêrsimê Kurd qir kirine.
Di axaftinan de Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn û hate gotin, “Me tu carî yek ol, yek ziman û yek netewe qebûl nekir û em nakin. Me tiştek ji bîr nekir û em ê tiştekî efû nekin.”