Li Berlînê şeva piştevaniyê hate qedexekirin

Li Berlînê şeva piştevaniya bi Rojava re ji ber hate qedexekirin hate betalkirin.

Li Berlînê roja Yekşemê ji bo piştevaniya bi Rojava re wê şevek bihata lidarxistin. Şeva piştevaniyê ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin.

Daxuyanî ji aliyê Komîteya Piştevaniya Rojava ya Berlînê ve hate dayîn û ev tişt hate gotin;

“Em diyar dikin ku ev qedexe kirin helwesteke keyfî ye ku demokratî û azadiya ramanê dixe bin pêyan de. Helwesta polîsê Elman keyfî ye û ti hincetekî hiqûqî tuneye. Ev qedexe ji bo ji Erdogan re xwe baş nîşan bidin û serî tewandina li dijî gefên TC’ê ne. Di rewşekî wiha de ji hemû gel û dostan re radigihînin ku şeva piştevaniyê nayê kirin.”