Li Berlînê ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ di roja 3’yan de ye

Li Berlîna ku paytexta Elmanyayê ye “Pirtûkxaneya Rêbetî” ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah û paradîgmaya wî li raya giştî ya Ewrûpayê dide naskirin, di roja 3’yan de ye.

“Pirtûkxaneya Rêbertî” li Berlîna ku paytexta Elmanyayê ye çalakiyên xwe didomîne.

Pirtûkxane îro li S-Rathaûs Spandaû ya navçeya Spandaû, Nollendorfplatz a Charlottenbûrg û Haeckescher a navçeya Mîtte yên Berlînê bû.

Aktîvîstan “Pirtûkxaneya Rêbertî” li aliyekê broşurên ku li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin, li aliyek din di stanta vekirin de pirtûkên Ocalan ên bi wergera Elmanî dan nasîn.

Aktîvîstan ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di derbarê şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de kesên serdana standê dikin agahdar kirin.

Her wiha aktîvîstan di derbarê kampanya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze kom kirin.

Cudahiya vê ji yên rojên din li Charlottenbûrgê polîsan hildana flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd li ser asteng derxistin. Aktîvîstan li beramberî helwesta polîsên qedexeker helwest nîşan dan.