Li Berlînê meşa ji bo azadiya girtiyên siyasî

Li Berlînê ku paytexta Elmanyayê ye, bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Bi Girtiyên Siyasî re ya Navneteweyî, meşeke enternasyonel hat kirin.

Di meşa ji aliyê rêxistinan ve ku di nava Tifaqa Piştevaniya Şoreşger û ya “Bundnîs Weg mît dem Paragraphen 129” de ne, hat kirin, Li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Tora Piştevaniyê bi Girtiyen Filistînî re, Tora Azadî ji bo Hemû Girtiyên Siyasî, Young Struggle (YS) rêxistineke sosyalîst a ciwanan e, Zora ku rêxistina jinên ciwan e, Rote Jûgend, Dev-Genç û gelek rêxistinên din axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de îşaret bi rewşa girtiyên li welatên cuda kirin û bang hat kirin ku xwedî li girtiyên şoreşger û antîfaşîst bê derketin.

Şamîdoûn, bang kir ku piştevaniya bi girtiyên Filistînî re ku di girtîgehên Îsraîlê de ne, bê geşkirin û diyar kir ku Zora û YS li kû dera cîhanê be jî wê li hemû girtiyên şoreşger bibin xwedî û girtina ESP’yî, SKM’yî û SGDF’yiyan protesto kir.

Di axaftinê de ku li ser navê Dev-Genç’ê hat kirin, bal bi ser rewşa Hasan Cîbelîk, Hasan Ûnûtan, Ozgul Emre û Serkan Kupelî de hat kişandin.

Di axaftina li ser navê TSP’ê hat kirin de, hat diyarkirin ku çînên serdest ji bo çewisandina têkoşîna şoreşker, dikevin hewila girtina pêşengên karker û kedkar û têkoşeran ku ji bo cîhaneke bêyî çîn û sînor têdikoşin û silav li girtiyên siyasî kir.

Banga xwedî derketina li Ahmed Saadat ku li Filistînê girtî ye, Ebû Cemal ku li Fransayê girtî ye, Şoreşgerê Libnanî Georges Abdallah, Kîsan Da û Sheela Marandî ku li Hindistanê girtî ne û pêşengên gelê Şîliyê û yên di serhildana li Îranê de hatine girtin, Rêberê Gelê Kurd ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîlgirtî ye û sosyalîst û komunîst û şoreşker hat kirin.

Di axaftinê de behsa rewşa girtiyên nexweş jî hat kirin û hat destnîşankirin ku xwedî derketina li girtiyên şoreşger, erkeke îdeolojîk û siyasî ye û wiha hat gotin: “Em bi name û kartên xwe, bibin mêvanên hicreyên wan, bi madî û menewî bi wan re bibin piştgir, em li derve ji wan re bibin deng.”

Gava meşê ku ji taxa Neûkoln a Berlînê ta bi taxa Kreûzbergê hat kirin, bêyî navber dirûşmeyên “Azadî ji bo girtiyên siyasî”, “Azadî ji bo Filistînê”, “Ji Filistînê ta bi Kurdistanê serhildan”, “Navekê berxwedanê heye: Ivana Hofmann”, “Girtiyên şoreşker rûmeta me ne” hatin berzkirin.