Kurdên li Rûsyayê 'Roja Dayikan' pîroz kirin
Kurdên li Stavrapolê 'Roja Dayikan' a li Rûsyayê pîroz kirin.
Kurdên li Stavrapolê 'Roja Dayikan' a li Rûsyayê pîroz kirin.
24'ê Mijdarê ku li Rûsyayê û gelek welatan weke 'Roja Dayikan' tê pîrozkirin, ji ailyê Kurdên li Stravrapol a Rûsyayê jî hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li Mala Çandê ya gundê Razdolnoyê ya navçeya Novoalêksandrovskê ya herêma Stavrapolê pêk hat.
Nûner û hunermendên pêkhateyên cuda yên herêmê hatin vexwendin. Kurd jî bi dengbêjên ciwan Axmêdova Avîn, Bazûyêva Zîlan û koma govendê ya 'Kulîlkên Rojê' tevlî pîrozbahiyê bûn.
Hunermendên Kurd bi germahî hatin pêşwazîkirin.