Li Elmanyayê Cejna Vejînê hate pîrozkirin
Li bajarê Bodensee yê Elmanyayê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Die Linke û MLPD peyamên piştevaniyê şandin şahiyê.
Li bajarê Bodensee yê Elmanyayê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Die Linke û MLPD peyamên piştevaniyê şandin şahiyê.
Li bajarê Bodensee yê girêdayî Saksonyaya Jêr a Elmanyayê, salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Şahî bi coş derbas bû. Di şahiyê de hate destnîşankirin ku PKK a ku li gundê Fîs a navçeya Liceyê ya Amedê hatî damezrandin, belavî hemû cîhanê bûye.
Di şahiyê de li ser navê Die Linke (Partiya Çep) û Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanya (MLPD) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Îşaret bi nasnameya gerdûnî ya têkoşîna azadiyê hate kirin. Di şahiyê de ji bo PKK li Ewropayê ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin, banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di şahiyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” hatin berzkirin.
Bernameya şahiyê, bi stranên hunermend Narînxan, Agirê Jiyan, Alî û Mazlum bi dawî bû.