BI DÎMEN

Hilbijartiyên Fransî bertek nîşanî desteserkirina vînê dan

Siyasetmedarên Fransî, endamên meclîsa şaredariyê û xwendekarên beşdarî merasîma kevneşopî ya Féte de L'Humanite Bretagne ya ku ji aliyê PCF'ê ve hat organîzekirin, bûn bertek nîşanî destserkirina vînê dan.

Féte de L'Humanite Bretagne (Mîhrîcana Mirovahiyê ya Brötanya) ku ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ve tê organîzekirin, li bajarê Lorient ê Fransayê dest pê kir. Siyasetmedar û hilbijartiyên beşdarî mîhrîcanê bûn, bertek nîşanî desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê dan.

'GELÊ KURD BERDÊLÊN MEZIN DAN’

Xwendekarê zanîngehê Theodore Caguant diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd. Caguant anî ziman ku ew dizanin desthilata dewleta Tirk dîktator e û got ku pêkanînên dijdemokratîk ên Erdogan careke din bi desteserkirina vînê tê dîtin.

Sekreterê PCF ê Lorientê Dr. Boris Campos desteserkirina vînê şermezar kir û da zanîn ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bedelên mezin hatine dayîn. Campos li dijî faşîzmê peyamên hevgirtinê da.

'EM KESÊN LI DIJÎ REJÎMÊ LI BER XWE DIDIN SILAV DIKIN'

Ji Partiya Dijkapîtalîst Sonîo Orven jî banga hevgirtinê kir û destnîşan kir ku desteserkirina vîna gel nayê qebûlkirin. Sekretera Herêmî ya PCF a Morbihan Gwenele le Houec jî diyar kir ku ew xwedî li têkoşîna li dijî desteserkirina vînê derdikevin. Houec bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên ji ber sedemên neheq di girtîgehê de tên ragirtin û got: "Em kesên li dijî rejîmê li ber xwe didin silav dikin. Serketin wê ya berxwedêran be.”

'TÊKOŞÎN WÊ TEQEZ BI SER KEVE'

Parlamenterê NFP-Ekolojîst ê Herêma 5’emîn a Morbihanê Damien Girard diyar kir ku ew deteserkirina vînê şermezar dikin. Girard da zanîn ku ew piştgiriyê didin mafê xwerêveberiya gelê Kurd.

Endama Meclîsa Morbihanê Rozann Metayer jî diyar kir ku ew gelê Kurd ên ji bo demokrasiyê li ber xwe didin silav dikin. Metayer peyamên hevgirtinê da DEM Partiyê û got: "Têkoşîn teqez wê bi ser keve."

‘EZ QANÛNÊN QEYÛMAN ŞERMEZAR DIKIM'

Endama Meclîsa Şaredariya PCF a Lorientê Delphine Alexandre peyama hevgirtinê ji bo gelê Kurd da û got: “Ez dixwazim bibêjim ku qanûnên bêhiqûqî yên qeyûman ên rejîma Erdogan bi tundî şermezar dikim."

Endamê Meclîsa şaredariya PCF ê Lanesterê Philipe Jumeau jî anî ziman ku pêkanînên qeyûm ên li dijî siyasetmedarên hatine hilbijartî nayên qebûlkirin. Jumeau peyamên hevgirtin û têkoşînê da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got: "Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd. Lewma azadiya Birêz Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke jiyanî ye."