Li Berlînê li aqûbeta destgîrkiriyên winda hat pirsîn

Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Bin Çavan de ya Navneteweyî ya 17-31’ê Gulanê de, aktîvîst hatin ba hev û pirsa “Kiryar diyar in, ka winda li kû ne?” kir.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Kottbûsser Tor a Berlîna paytexta Elmanyayê hatin ba hev, pirsa aqûbeta windayên destgîrbûyî kir.

Komîteya Navneteweyî ya Li Dijî Wendahiyên Di Bin Çavan de (ICAD), çalakî li dar xist, Meclîsa Jinan Dest Dan, Nav Berlîn, SKB, ZORA û nûnerên gelek saziyên bûn beşdar li çalakiyê.

Di çalakiyê de îşaret pê hat kirin ku li ser mijara destgirkiriyên winda têkoşîna tê kirin gelek e lê hêj aqûbeta piraniya windayan ne diyar e û ev tişt hat destnîşankirin: “Ji ber ku dewletên ev êrîş kirine, vî sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê vedişêrin, kiryaran bi zirxê necezakirinê diparêzin.”

Di çalakiyê de, ji bo aqûbeta destgîrkiriyên wenda diyar bibe û berpirs bên darizandin, îşaret bi giringiya têkoşîna li seranserê cîhanê hat kirin û dirûşmeya “Bijî piştevaniya navneteweyî” hat berzkirin.