BI DÎMEN

Li Berlînê ji bo Ecevît Pîroglû çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo şoreşgerê enternasyonalîst li ber konsolosxaneya Sirbistanê çalakî hate lidarxistin.

JI BO PÎROGLÛ ÇALAKÎ

Çalakî ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan-Berlîn ve hate organîzekirin. Nav Berlîn, ATÎ û Yoûng Strûggle beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya li ber konsolosxaneya Sirbistanê de, azadiya Ecevît Pîroglû hate xwestin.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, ev tişt hate gotin: “Ecevît Pîroglû yê ku 3 sal in bi rengekî bêhiqûqî tê girtin, ber bi mirinê ve tê şandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya 2’yemîn ku di 12’ê Sibata 2024’an de daye destpêkirin, 125 roj li pey xwe hiştin û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jî hene. Berê jî 136 rojan çalakiya greva birçîbûnê domandibû. Tevî biryarên Dadgeya Bilind a Sirbistanê ya nabe ku radestî Tirkiyeyê bê kirin jî, ji Hezîrana 2021’an ve girtî ye. Dewleta Sirbistanê bi vê helwesta xwe hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan careke din binpê kiriye.

Ji roja Ecevît Pîroglû hatî girtin û vir ve, tê xwestin ku di encama bazariyên qirêj ên di navbera Sirbistan û dewleta Tirk de radestî dewleta Tirk bê kirin. Sedemê girtina wî jî, ew e ku dewleta Tirk dixwaze wî teslîm bigire.”

Têkildarî rewşa Ecevît Pîroglû dosyayek radestî konsolosxaneyê hate kirin.