Li Berlînê çalakiya piştgiriya ji bo şaredariya Dêrikê
Li paytexta Almanyayê Berlînê ji bo piştgiriya penaberên li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin çalakiya bexşê hat lidarxistin.
Li paytexta Almanyayê Berlînê ji bo piştgiriya penaberên li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin çalakiya bexşê hat lidarxistin.
Çalakiya bexşê li Berlin Spore Initiativeyê hat organîzekirin.
Ji Efrîn û Şehbaya ku dewleta Tirk dagir kirî gelek kes bi zorê ji cih û warên xwe koçberî Dêrikê bûn. Ji bo van koçberan li Dêrikê çêkirina avahiyên didome. Çalakiya ku bi boneya piştgiriya çêkirina van avahiyan hat lidarxistin, di heman demê de armanc dike ku di şert û mercên zehmet ên zivistanê de alîkariya mirovî bide van kesan.
Bi kampanyanyaya hevpar a şaredariyên Kreuzberg û Dêrikê piştgiriya hêwirîn û pêdiviyên bingehîn ên kesên koçber bûne hat kirin û banga mazinkirina hevgirtinê hat kirin.
Wek parçeyeke ji heman çalakiyê hunermendên Kurd Lokman Amed û Zainara Ahmedê li ser hunera Kurdî panelek lidarxistin. Bi muzîka Koma Rengê giringiya civakan a ji bo hunerê hat destnîşankirin.
Helbestvan Nezîr Melle, helbestên bi Kurdî û Almanî xwendin û rehendeke edebî da çalakiyê.
Her wiha hunermendê navneteweyî Lokman Ahmed li pêş temaşevanan tabloyek xêz kir.
Di dawiya çalakiyê de muzayedeyek ji bo firotina vê tabloyê û berhemên din ên hunerî hat lidarxistin û piştgiriya penaberan hat kirin.