Li Berlînê çalakiya ‘Em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê bi dest bixin

Li Berlînê bi dirûşmeya “Em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê bi dest bixin” çalakiyek hate lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan ji bo balê bikişînin li ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî konvoya wesayîtan û mitîng li dar xistin.

Di mitîngê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî hate silavkirin. Kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn jî bi bîr anîn. Teqezî bi wê kirin ku ji wê rojê heta roja me ya îro hîn pergala faşîst berdewam dike.

Çalakgeran her wiha çelenk danîn li ser cihê ku 19’ê Kanûna 2017’an 12 kes di êrîşa faşîstane de jiyana xwe ji dest dayîn. Hevserokê Fed-Kurd, Parlementerê Parêzgehê Hakan Taş, Hevserokên Nav-Berlîn û Atîkê û Hevserokên Avek-Komê tevlî mitîngê bûn.

Konvoya wesayîtan a ji Kotbûsser Torê destpê kirî, li Brandenbûrg Torê bi mitîngê bidawî bû.