BI DÎMEN

Li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê tecrîd hate protestokirin

Kurdistaniyan li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Li ber Wezareta Karên Derve ya li paytexta Elmanya Berlînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav Berlîn ve hate organîzekirin. Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha hate gotin: “Fikarên ji bo Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din ên li Îmraliyê zêde dibin.”

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên 'Freiheit Für Öcalan', 'Eslebe Öcalan' hatin berzkirin.