Li ber NY’yê daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Di çalakiya rûniştinê de ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de, ev peyam hat dayîn: “Bi xwedî derketina li ruhê berxwedêr ê Newrozê êm Rêbertiya xwe azad bikin.“

Çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ta bi niha her roja Çarşemê li qada Natîons ku Ofîsa NY’yê lê ye, tê lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên doza azadiya Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy anî ziman ku meha Adarê, meha berxwedanê ya Kurdan e û got: “Di serî de Rêbertiya me, ez ê Newroza hemû girtiyan û gerîlayên li serê çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û Kurdan pîroz dikim.“

Atasoy îşaret pê kir ku 21’ê Adarê di serî de Amed, li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin û diyar kir ku bingeha vê coşê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komek hevalên xwe 51 sal berê bingeha PKK’ê daniye.

Atasoy bi bîr xist ku li qadên Newrozê daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz bûye û divê mirov ji Ewropayê bibe deng ji bo daxwaza bi sedhezaran kesên li Amedê.

Atasoy bertek nişan da ku çima NY’ê dengê xwe ji qetlîamên berpêyî Kurdan nake û bi bîr xist ku salvegera Peymana Lozanê nêz dibe û destnîşan kir ku çalakiyên di salvegera 100’emîn a peymanê de wê bên lidarxistin, ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn gelek giring in.

Mehmet Şîrvan ku li ser navê platforma hilbijartinan a Swîsreyê têkildarê hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteran a 14’ê Gulanê yên Tirkiyeyê mafê axavtinê girt, îşaret bi giringiya rolê Kurdan ê di hilbijartinan de kir.

Şîrvan, di serî de Ewropa, destnîşan kir ku bila hilbijêrên li Swîsreyê demildest qeyda xwe çêbikin û biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Di heman saetan de ku Civîna Konseya Mafê Mirovan a 52’yemîn li NY’yê berdewam bû, Kurdistaniyan li dijî bêdengiya NY’yê ya berpêyî tecrîd û qetlîamên li Kurdistanê tên kirin pişta xwe zivirand û li çalakiya xwe dewam kir.