Li Belçîkayê êrişa nijadperestî ya li dijî Kurdan

Li bajarê Leûven ê Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êriş birin ser malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan. Gelek kesî xwe li malekê girtin. Nijadperestan bi tekbîrê êriş kirin.

Li gorî agahiyan, Kurdên ku pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Leûvenê vedigeriyan, dema ku bi rengê konvoyê ji bajarokê Heûsden-Zolderê derbas dibûn rastî êrişa bi sedan nijadperestî hatin.

Komên nijadaperest gelek wesayit xera kirin û êriş birin ser bi dehan kesî ku xwe li malekê girtin. Ji dîmenên ku di medya dîjîtal de hatin weşadin tê dîtin ku koma nijadperest hewl dide ku bi tekbîrê bikeve hundirê malê, lê polîs nahêlin.

Şahidan diyar kirin ku nijadperestan hewl dan derdora 40 kesên ku xwe li malekê girtin bişewitînin. Li gorî agahiyan gelek kes birîndar bûn, lê agahiyên şênber bi dest neketin.

Di medya dîjîtal de dîmenên ciwanekî ku hewl didan wî lînç bikin hatin weşandin. Di dîmenekî cuda de jî hin kes li erdê dirêjkirî ne.

Li hemberî kesên li erdê dirêjkirî jî bi zimanê Tirkî heqaretên nijadperestî tê kirin.

Koma nijadperest her wiha semboleke kesk û sor û zer û ala herêma Kurdistanê şewitand.

Kurd çûn cihê bûyerê û nijadperestî şermezar kirin. Kurdên ku çûn cihê bûyerê kesên li malekê asê mabûn rizgar kirin.

Kurdan li bajarok çalakiya şermezarkirinê lidar xistin û xwestin ku êrişkarên nijadperest tavilê bêne girtin û cezakirin. Her wiha di medya dîjîtal de wêneyên hin êrişkaran hatin tespîtkirin û weşandin.

Piştî êrişê gelek tîmên polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhastin û helîkoptereke polîsan li ser bajarok geriya.