BI DÎMEN

Li başûrê Fransayê kombûnên Jineolojiyê

Li navçeya Le Vîgan û bajarê Montpellierê ji akademîsyenan heta cotkaran gelek aliyên cuda beşdarî çalakiyên Jineolojiyê bûn.

Li navçeya Le Vîgan û bajarê Montpellierê yên başûrê Fransayê, ji aliyê Desteya Jineolojiyê ve çalakiyên danasînê hatin lidarxistin.

Ji başûrê Fransa, Emerîkaya Latîn, Efrîkaya Bakur, Galîçya, Ingilîstan û Kurdistanê akademîsyen, mamoste, cotkar, aktîvîst û xebatkarên şaredariyan gelek kes beşdar bûn û nîqaş kirin. Endamên tora Jineolojiyê li ser bingeha Jineolojiyê ku bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Kurd ve tê birêvebirin pêşkêşiyek hat kirin. Mêrên ku beşdarî çalakiyê bûn bi baldarî guhdariya pêşkêşiyên li ser guherîn û veguherîna hişmendiya mêraniyê û yên azadiya jinan kirin.

Di çarçoveya teorîk û pratîkî de rehendên cîhanî yên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” axaftin hatin kirin.

Li Montpellierê jî bi beşdariya komunên jinan, li ser xebatên Jineolojiyê hevdîtinek hat kirin. Di hevdîtinê de li ser Jineolojiyê ku xwedî hêza hişmendiya jinan û birêxistinbûna jinan e nirxandinên berfireh hatin kirin. Piştre li ser rewşa jinên li Ewropayê, zayendparêzî, zanîna zayendê û têkoşîna wê analîzên hevpar hatin kirin.