Li Baselê çalakiya bîranînê: Barbarî dewam dike

Li Baselê mirovên ku komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi wesîleya salvegerên komkujiyên meha Kanûnê (Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê) civîneke bîranînê pêk hat. Piştî bîranînê panelek der barê komkujiyan hate kirin.

Ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 19'ê Kanûnê, lêkolîner-nivîskar Azîz Tûnç û siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay weke qiseker tevlî panelê bûn.

Qisekeran destnîşan kirin ku komkujî ji bo parastina sîstema faşîst ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin.

TÛNÇ: KURD Û ELEWÎ KIRIN HEDEF

Tûnç anî ziman ku beriya Komkujiya Mereşê provayên komkujiyê bi piştevaniya dewletê hatin kirin û got, bi giranî herêmên ku nifûsa Kurd û Elewî bûn kirin hedef.

GUDEN: KOMKUJIYA 19'Ê KANÛNÊ DEWAM DIKE

Guden jî bal kişand ser Komkujiya 19'ê Kanûnê û anî ziman ku li girtîgehan hê jî êşkence dewam dike. Guden bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan.

ATALAY: BARBARIYA DEWLETA TIRK DEWAM DIKE

Nejdet Atalay jî got, "Dewleta Tirk xwedî dîrokek ji barbarî, komkujî û êşkenceyê ye ku niha jî barbarî dewam dike. Polîtîkayên tinekirina netewe û siyasetmedarên Kurd li Rojava, bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin."