Li Amsterdamê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Amsterdam a Hollandayê bi çalakiyekê Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Amsterdam a Hollandayê bi çalakiyekê Newroz hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên ku li Oosternpark a li Amsterdamê kom bûyîn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiya ku saet 16:00’an agirê Newrozê hatî pêxistin û bi dîlanê destpê kirî de, gel xwe bi ser agirê Newrozê re jî avêt.
Piştî ku li ber dahol û zirnê dîlan hate girtin, li ser girîngî û wateya Newrozê axaftin hatin kirin.
Di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotin ku “Rêber Apo xeta me ya sor e” û bal kişandin li ser rakirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglu yê HDP’yî û doza girtina HDP’ê.
Berendama parlemeteriyê ya hilbijartina 17’yê Adarê bê lidarxistin Serpîl Ateş di pîrozbahiyê de axaftinek kir.
Ateş Newroza gelê Kurd pîroz kir û got ku wê ji ber nasnameya xwe gelek gef xwariye û tu demê dev ji nasnameya xwe bernade.
Pîrozbahî piştî ku hunermend çûn li ser dikê bi girtina dîlanê û dirûşmeyan bi dawî bû.