Kurdistaniyên Rûsya tecrîd şermezar kirin

Kurdistaniyên li gundê Raslayaveka ya navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Rûsya tevî hewaya sar jî, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku pêşîgirtina rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a tevlîbûna pêşketinên li Rojhilata Navîne.

Di çalakiyê de li ser navê girseyê jî endamê Meclîsa Gel Mele Bahadîn Yûsûbov axivî û piştevaniya xwe ya ji bo girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi grevê kirine, anî ziman û destnîşan kir ku her demê girtiyên zindnan pêşengtiya têkoşînê kirine.

Mele Yûsûbov anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd belavî çar parçeyên Kurdistanê bûye, diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê dom bike. Yûsûbov got: “Hêzên li pişt polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, ew hêzin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne ye. Têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xist. Li hemberî vê têkoşîna gelê Kurd jî hêzên sermayedar ku ji vê ditirsin berê dewleta Tirk dide Kurdan û êrîşî Kurdan dike. Gelê Kurd li her derê di zanabûna vê de ye. Gelê Kurd ên li Rûsyayê dijîn jî tecrîda li ser Rêberê Apo şermezar diin.”

 Herî dawî Mele Bahadîn Yûsûbov di serî de bang li Rûsya, hêzên navneteweyî, NY, DMME û saziyên mafê parastina mirovan kir ku bi erka xwe rabin.”