Kurdên li Rûsyayê li ber tecrîd û êrîşan rabûn

Kurdên ku li Rûsyayê dijîn tecrîda li Îmralî û êrîşên li Kurdistanê protesto kirin, berxwedan silav kirin.

Kurdistaniyên ku li navçeya Dergaçi ya Saratov a Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li Kurdistanê protesto kirin.

Ciwanên ku li gundê Tîmonîno kom bûn, tecrîd û êrîşên jinan dikin hedef şermezar kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku qetilkirina jinan, destdirêjî û destavêtina jinan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên dewletê ne.

Ferîde Yûsûbova, Mazlûm Mûxlîsov û Zaman Yûsûbav ên li ser navê çalakvanan axivîn, berxwedana Heftanîn silav kirin. Gotin ku wê ciwanên Kurd li her devera cîhanê têkoşîna xwe bilind bikin.

Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Rûsya û cîhanê kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.