Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kurdên li Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Kurdên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk bi sedan Kurdistanî li hev civiyan. Kurdistaniyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û bang li saziyên Ewropayê kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Di çalakiyê de hate xwestin ku qada hewayî ya Rojava li firînê bê qedexekirin û ji Kurdan jî hate xwestin ku li her qadê berxwedanê mezin bikin.

Di çalakiyê de ji bo meşa li qada Canabîerê ya roja Şemiyê saet 18:00 banga tevlîbûnê hate kirin.