Endamên Meclîsa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin ku xwedî li erka xwe derbikevin.
Di nameyên ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Guterres re hatîn şandin de diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serokê gelekî mezlûm ê gelê Kurdistanê ye û anîn ziman ku ev 22 sale li zindanê di bin tecrîdekê de ye.
Di nameyan de hate gotin ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê rûmeta mirovahiyê parast û gotin: “Rêberê fikrî yê vê têkoşînê Abdullah Ocalan e. Hebûna wî ya li zindanê heman demê tê wateya hemû gelê Kurd di nava zindanê de.”
Kurdistaniyên ku li bajarê Kolnê dijîn nameyên xwe bi şêweyek komî, ji aliyê komek 10 kesî ve îro piştî nîvro şandin postaxaneya li Wîener Platzê.
Rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê diyar kirin ku wê vê kampanyayê bi çalak rêve bibin.